Islam Doğru
2023 ж. 04 сәуір•Rojanekirin: 2023 ж. 05 сәуір
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê berê ji bo îfadeyê çû avahiya Dadgeha Cezayê ya New Yorkê.
Trump ji ber sûcdarkirinên ku sala 2016an di dema hilbijartina serokatiyê da ji bo "nepeyive" pere daye jinekê, ji bo îfadeyê hat Dadgeha Cezayê ya New Yorkê.
Li gor çapemeniya Amerîkayê di îdianameya der barê Trump da ji 30yî zêdetir sûc hene.
Di lêpirsîna Dozgeriya Herêmê ya Manhattanê da 18ê Adarê juriya mezin Trump sûcdar kiribû ku di dema hilbijartina serokatiyê ya 2016an da ji bo "nepeyive" pere daye Stormy Danielsa di fîlmên ji bo mezinan da dilîze.