18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
SILÊYMANÎ
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Casim el Caf diyar kir ku ji destpêka operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûdilê vir ve jimara penaberên ku malên xwe terikandin û hatin kampan gihaşt 118 hezarî.
Caf di çarçoveya ziyareta Silêymaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ji bo ku li ser rewşa penaberan bisekine bi Serdar Kadîrê ku bi wekaletî peywira walîtiyê dike re hat bal hev.
Caf piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist û qala rewşa sivîlên ku ji Mûsilê reviyan û xwe sipartinê kampan kir û wiha axivî:
"118 hezar kesên ku heta niha ji Mûsilê malên xwe terikandin li kampên penaberan ên ku demek beriya niha hatin avakirin hatin bicîkirin. Niha kapasîteya me heye ku em di kampên damezrandî de 120 hezar kesî qebûl bikin. Ji bo ku ev jimar bê pêkanîn xebatên me her dem berdewam dikin."
Caf qal kir ji bo ku sivîlên ku ji Mûsilê reviyan bên parastin wek Wezareta Koç û Koçberan kampan ava dikin û got ku "Pevçûn berdewam dikin. Her roj bi hezaran sivîl malên xwe diterikînin. Koçeke bi qademe heye. Ji bo ku hewcedariya cî bê pêkanîn kampên nû tên avakirin."
Caf got ku di zivistanê de ji bo ku pirsgirêka germbûnê ya penaberan ji holê bê rakirin bergiriyên hewcedar hatin hildan û wiha axivî: "Hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku sewqî kampên li herêma Kurdistanê bikin 3 milyon lître sotemenî dê di demek kurt de bê şandin."
Caf qal kir ku di mijara penaberan de wek hikûmeta navendî ya Iraqê dê arîkarî bidin hikûmeta HKIyê.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Îbadî di 17ê cotmehê de dabû zanîn ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye.