RAMALLAH
Midûrê Navenda Tibê ya Ramallahê Ehmed e-Beytawî diyar kir ku leşkerên îsraîlî li Şerîaya Rojava avêtine ser qampa penaberan ya bi navê Kalendiyayê, di navbera leşkerên îsraîlî û filistîniyan de pevçûn derketiye. Di bûyerê de du kesên filisitînî Cîhad Aslan (19) û Rubîn Faris (32) mirine û 10 kes jî birîndar bûne.
Şahidan jî dest nîşan kir ku leşkerên îsraîlî bi hinceta ku "tên gerîn" xwestine li qampê di malên hinek filistîniyan de lêgerînê bikin, ji ber vê di navbera her du aliyan de xirecir derketiye û leşkeran gule berdaye û 2 kes hatine kuştin.