Elif Orhan
22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Berdevkê Sererkaniya Îranê Tuxgeneral Ebulfazil Şîkarci got ku êrîşeke eskerî ya muhtemel a dijî Îranê dê berjewendiyên li herêmê û mitefîqên Amerîkayê "biavêje nav agir."
Şîkarci ji Tesnîma ajansa nûçeyan a Îranê ya nîv fermî ra axivî û der barê encamên êrîşa eskerî ya ser Îranê da hişyarî dan.
Şîkarci qal kir ku dê dijî tu welatî şer nedin destpêkirin lê hember vê yekê dê dijî êrîşan bersivên gelekî tund bidin.
Şîkarci diyar kir ku êrîşa Amerîkayê dê xetayek be û wiha axivî: "Dijmin xetayeke herî biçûk jî bike dê li Asyaya Navîn û Rojava berteke şoreşger a herî mezin a Îranê ra rû bi rû bimîne û teqez dê li ser piyan nemîne. Heke guleyekê biavêjin axa Îranê dê ev yek berjewendiyên li herêmê û mitefîqên Amerîkayê biavêje nav agir."
- Rageşiya Amerîka-Îranê
Piştî ku Amerîka di gulana 2018an da ji peymana nukleerê yekalî vekişiya û dîsa dest bi tetbîqkirina mueyîdeyan kir di navbera Tehran-Washîngtonê da rageşî çêbûbû û roja pênçşemê piştî ku Artêşa Mihafizên Şoreşê ÎHAyeke Amerîkaya li ser Kendava Hurmizê daxist ev rageşî zêde bibû.
Îran diparêze ku ji ber îxlala sehaya asîmanî ÎHA hat daxistin lêbelê Amerîka îdia dike ku balafir di sehaya navneteweyî da hatiye lêxistin.