Önder Beyter
13 Hezîran 2019•Rojanekirin: 15 Hezîran 2019
Li Şerîeya Rojava ya dagirkirî xweciyên Cihû bi ser gundekî Filistîniyan da girt, li ser dîwarên mizgeft û hin malan durişmên "nijadperest" nivîsîn û zirar dan 2 wesayîtan.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên xwecî hat wergirtin, komek xweciyên Cihû nîvê şevê bi ser gundê Eynabus ê Nablusê da girt û zirar dan 2 wesayîtên Filistîniyan. Xweciyan ji xeynî vê, li ser dîwarên mizgeft û hin malan li dijî Filistîniyan bi Îbranîkî durişmên nijadperest nivîsîn.
Hat destnîşankirin, êrîşkarên ku ji herêma "Yîtzhar" ku nêzîkî gund e û Cihûyan xwe lê girtine hatin, piştî bûyerê revîn.
Li Şerîeya Rojava ku Îsraîlê 1967an da îşxal kir, qedera 250 herêmên neqanûnî ku şêniyên Cihû lê dijîn hene. Ji 400 hezarî zêdetir xweciyên Cihû yên ku li van deran rûdinên, jiyanê li Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava di bin nîrê dagirkeriyê da dijîn, diherimînin.
Li gorî hiqûqa navneteweyî, hemû herêmên ku Cihû lê dijîn yên li ser axa ku bi destê Îsraîlê hatiye dagirkirin, wekî neqanûnî tên qebûlkirin.