Dinya

Ji Trump dîplomasiya "Bendava Hedasiyê"

Trump li Washîngtonê bi wezîrên Misir, Etîyopya û Sudanê ra hevdîtinek kir, der barê Bendava Hedasiyê (Ronesans) ya di navbera Misir û Etîyopyayê da bûye sedema qeyranê da got divê herdu alî beranberî hev ji bendavê feydeyê bi dest bixin.

Türkan Tosun  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 16.01.2020
Ji Trump dîplomasiya "Bendava Hedasiyê"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washîngtonê bi wezîrên Misir, Etîyopya û Sudanê ra hevdîtinek kir, der barê Bendava Hedasiyê (Ronesans) ya di navbera Misir û Etîyopyayê da bûye sedema qeyranê da got divê herdu alî beranberî hev ji bendavê feydeyê bi dest bixin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat gotin Trump duh bi wezîrên Misir, Etîyopya û Sudanê ra civînek kir.

Hat gotin Trump bi wezîran ra der barê Bendava Hedasiyê ya Etîyopyaya Mezin da axivî.

Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin Trump herdu aliyan ra got divê ew hevkariyê bikin, feydeyeke dualî ji bendavê hildin.

Bendava Hedasiyê di navbera Misir û Etîyopyayê da bûbû sedema qeyranê û par di çileya pêşîn da Amerîkayê navbeynkarî kiribû.

Bi serkêşiya Amerîkayê di 6ê mijdarê da li Washîngtonê civînek hatibû kirin. Li gor vê civînê heta 15ê çileya paşîn divê herdu alî bigîhîştana encamekê, lê her çiqas hin hevdîtin hatibin kirin jî ew negîhîştibûn encamekê.

Etîyopyayê di sala 2011an da şaxeke Çemê Nîlê rêya Nîla Şîn guherandibû û dest bi çêkirina Bendava Hedasiyê kiribû. Li ser vê di navbera Etîyopya û Misirê da ji ber bikaranîna avê rageşî çêbûbû.

Etîyopya ji sedî 90ê ceyrana xwe ji santralên hîdroceyranê bi dest dixe. Armanca çêkirina Bendava Hedasiyê ew e ku hilberîna vejenê zêde bibe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.