Dinya

Pentagon amade ye ji budçeya xwe ji bo avakirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê fonê bide

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper: "Pêşaneya sereke ya Wezareta Parastinê parastina welat e. Ji ber vê jî sînorê me yê li başûrê rojhilat jî mijareke ewlehiyê ye"

Abdullah Tel  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 15.01.2020
Pentagon amade ye ji budçeya xwe ji bo avakirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê fonê bide

Washington DC

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze ji budçeya parastina îsal bila qismek ji bo dîwarê li ser sînorê Meksîkayê ku çêkirina wî dewam dike bê cihêkirin û wiha pê da çû:"Pêşani ya sereke ya Wezareta Parastinê parastina welat e. Ji ber vê jî sînorê me yê li başûrê rojhilat jî mijareke ewlehiyê ye û em ê mêze bikin rûdan wê çawa biçin serî."

Esper bi Wezîrê Parastina Japonyayê Taro Kono ra ku ji bo serdana fermî li Washîngtonê bû derket pêş çapemeniyê û di civîna hevpar da qala mijarên di rojevê da ne kir.

Esper pirseke der barê budçeya parastinê ya sala 2020î ku tê gotin wê rêveberiya Trump qismekî budçeyê ji bo avakirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê cihê bike, bersivand û got: "Pêşaneya sereke ya Wezareta Parastinê parastina welat e. Ji ber vê jî sînorê me yê li başûrê rojhilat jî mijareke ewlehiyê ye û em ê mêze bikin rûdan wê çawa biçin serî. Lê em di mijara alîkariya Wezareta Parastina Navxweyî û wezîfeya xwe bi cih anînê da li ser kar in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın