Sevim Hatun
27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
BAB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê ji Tadîfa gundê ser Baba navçeya Helebê ku piştî vekişîna DEAŞê ket destê hêzên rejimê, nêzî 2 hezar kesî koçî herêmên di kontrola hêzên muxalif de kir.
Ji Tadîfa ku dikeve aliyê başûrê Babê, piştî vekişîna DEAŞê nêzî 2 hezar kesî koç kir. Sûriyeyên ku di nav şert û mercên dijwar de koçî herêmên di kontrola hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) dikin, li vir di konên ku bi xwe re anîn de dimînin.
Piraniya yên ku koç dikin jin û zarokên herwiha koçber heywanên xwe jî bi xwe re dibin. Yekeyên Artêşa Azad jî li malbatên ku ji herêmê revîn xwarinê belav bdikin.
- DEAŞê bêyî şer û pevçûn Tadîfê radestî Esed kir
Ji şêniyên herêma Tadîfê Îbrahîm Seîd ji nûçegihanê AAyê re got ku niştecihên herêmê ji ber tirsa rejimê koçî herêmên d destê Artêşa Azad de ne kir.
Seîd wiha axivî:
"DEAŞê bêyî şer û pevçûn Tadîfê da Esed. Di navbera Esed û DEAŞê de hevkarî heye. DEAŞê bi hêzên rejimê re şer nekir, ji herêmê vekişiya. Me jî ji ber tirsa hêzên rejimê ji herêmê koç kir."