22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
EZAZ/ANKARA
Şervanên Artêşa Sûriyeya Azad yên Kurd ên ku piştgiriya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê dikin, diyar kirin ku rêxistina terorî PYD/PKK nûnerê Kurdan nînin û ewê Efrînê ji dagiriya rêxistinê rizgar bikin.
Peyamnêrên AAyê yên li qadê ligel şervanên Kurd ên girêdayî Artêşa Azad yên ku li Ezazê li eniya ku li Efrînê mêze dike, tiliya wan ser tetikê ye, axivîn.
Ebû Heyderê Fermandarê Lîwaya Selaheddîn a girêdayî Eniya Şamê diyar kir ku gelek şervanên Kurd di nav refên muxalifan da li dijî rejima Beşar Esed û rêxistinên terorî DEAŞ, PYD/PKKyê şer dikin.

Ebû Heyder diyar kir ku ew baş bi PKKê beled in û wiha pê da çû:
"Wekî Kurd em baş pê dizanin ka PKK çi ye. Em wê yekê jî baş dizanin bê ka kê ava kir, çima ava kir û xizmeta çi dike. Tu wextî gelê Kurd di xema PKKê da nebû. Bi hêzên dereke va girêdayî ye. Li vir kar û şixulê hêzên dereke dike. Dema hewce dike tê emilandin."
Ebû Heyder bal kişand ku di navbera PKK û DEAŞê da tu ferq nîne û wiha dewam kir, "Înşelah emê Efrînê rizgar bikin. Înşelah herkes dê vegera mala xwe. Wekî gelê Sûriyeyê em miletek in. Doz û keder me dike yek."
- "Em Kurd in, ne PKKyî ne"
Şervanekî din ê Artêşa Azad ê Kurd, Ebû Feyad jî diyar kir ku ji sala 2011an vir va ew di nava refên muxalifan da ye û wiha got, "Em Kurdin, ne PKKyî ne. Ji mêj va ye em berevaniya xak û gundê xwe dikin."
Ebû Feyad wiha dewam kir, "Dînê PKKê tuneye û ew ji ciyekî dûr tê. Ji bo çi? Helbet ji bo ku xaka me bidize. Ji ber vê yekê ka çi karê me bi wan ra heye? Emê nehêlin ew nêzîkî me bibin.
Heger mirovên me yên li Efrînê difikirin ku Tirkiye xirabiya wan dixwaze, şaş in. Ji ber ku Tirkiye, Îslam e û xirabiya me naxwaze. Tirkiye qenciya me dixwaze û li vê mintiqeyê Tirkiye bi me ra ye, alîkariya me dike. Xwedê ji gel û hikûmeta Tirkiyeyê razî be."

- "PKK dixwaze Sûriyeyê perçe bike ku em dijî vê yekê ne"
Şervanekî din ê Artêşa Azad ê Kurd, Ebû Usame jî bal kişand ku ew dijî rêxistina terorê PKKyê şer dikin û wiha got, "Ew ligel rejimê hevkariyê dikin. Şerê me dijî wan e. PKK dixwaze Sûriyeyê perçe bike ku em dijî vê yekê ne."
Ebû Usame axaftina xwe wiha dewam kir, "Em û Kurdên Efrînê birayê hev in. Em dijî PKKê şer dikin. PKK nahêle Kurdên Sûriyeyê li ser axa xwe bihewin. Ez dixwazim ji birayên me yên li Efrînê ra bibêjim ku rizgariya wan nêzîk e, emê wan ji unsûrên terorê rizgar bikin. Tirk birayên me ne. Tu îxtilafeke me û Tirkiyeyê tuneye. Bereksê vê yekê Tirkiye di şerê me yê dijî unsûrên terorê yên li Efrînê da alîkariya me dike. Anku dema ev şer bidawî bû, wê vegere. Emê li ser axa xwe azad bijîn."

- Mafê Tirkiyeyê yê berevaniya rewa
Artêşa Tirkiyeyê pêrê ragihandibû ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê noqteyên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihîje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.

Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistinê di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj di ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girê dide. Rêxistina terorî di ser Efrînê ra herêma Mertala Feratê û herêma bêpevçûn li Îdlibê jî tehdîd dike.
Ji çar peşkan peşkeke xaka Sûriyeyê û ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagrikeriya rêxistinê da ye.