Fatih Gazioğlu
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 26 Mijdar 2019
Li Amerîkayê li gor raporekê ji axa welat ji sedî 25ê wê di destê 50 kes û malbatên wan de ye.
Li gor daneyên ku li kovara Land Reportê hat weşandin, li Amerîkayê 125 hezar 45 kilometrekare erd di destê 50 kesan de ye.
Li gor agahiyan ev reqem nêzî sedî 25ê axa Amerîkayê ye. Amerîka piştî Çîn û Rûsyayê li dinyayê welatê herî mezin yê 3êmîn e.
Ev reqem li gor herêmên Tirkiyeyê mezinahiya wê temetî Herêma Marmara û Herêma Başûre Rojhilatê ye.
Li gor raporê li Amerîkayê herî zedê John Malone xwediyê eraziyê ye. Malone qasî 9 hezar kîlometrekare erd heye.
Piştî John Malone, Ted Turner CEOê CNNê tê. Turner jî 8 hezar 93 kîlometrekare erazî heye.
CEO û avakirê Amazonê Jeff Bezos jî di lîsteyê da cî girt. Bezos jî xwediyê 700 kîlometrekare erazî ye û di rêza 28emîn de cî girt.