Emel Öz
07 Hezîran 2021•Rojanekirin: 08 Hezîran 2021
Avakerê şirketa e-ticaretê ya Amerîkayê yê Amazonê Jeff Bezos daxuyand ewê di meha tîrmehê da here fezayê.
Bezos li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyand ji 5 saliya xwe pê va xeyala wî ew e ku here fezayê.
Bezos daxuyand ewê di 20ê tîrmehê da bi birayê xwe Mark Bezos ra here fezayê û wiha got: "Bi hevalê xwe yê herî baş va maceraya herî mezin".
Bezos xwediyê şirketa turîzmê ya fezayê Blue Orîgînê ye.
Blue Orîgînê di meha çileya paşîn da bi wesayîta bêmirov a bi navê "New Shepard"ê va li fezayê firîneke ceribandinê kiribû.
Şirketê cara ewil wê sefereke bimirov bike û Bezos wê beşdarî vê seferê bibe.
Bezos di meha gulanê da daxuyandibû ewê wezîfeya xwe ya rêvebiriyê ya payebilind (CEO) ya Amazonê dewrî Andy Jassy bike.