16 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Dîzayî der barê îdiayên ku Rûsyayê ji pêşmergeyan ra çek şandine da wiha got: "Ji me ra guleyek jî nehat."
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Dîzayî der heqê gotinên Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov da ku digot "Me çekên Rûsyayê dan kurdên li Iraqê" wiha got: "Lavrov gotiye em bi rêya hikûmeta Iraqê ji pêşmergeyan ra çekan dişînin. Ji me ra guleyek jî nehatiye. Gelo dibe ku Bexdayê çekan hildabin û para me nedabin? Em jî zinanin. Em ji vir ji konsolosê Rûsyayê dipirsin û daxuyaniyê dixwazin."
Dîzayî li ser îdiayên ku Rûsya di operasyonên hewayî yên li Sûriyeyê da qada hewayê ya bakurê Iraqê diemilîne da jî destnîşan kir ku tu agahiyek nedane hikûmetê û wiha dewam kir: "Birêz Lavrov di daxuyaniyeke çapemeniyê da got ku 'di yekîtiya Îran, Rûsya, Sûriye û Iraqê da kurd jî hene.' Haya me ji vê tuneye. Em di nav vê yekîtiyê da cî nagirin."
Dîzayî li ser pirsa "Hûn dixwazin Rûsya li Iraqê piştgiriyê bide têkoşîna li dijî DAŞEê?" wiha xeberda: "Li meydanê komeke terorîst a bi navê DAEŞ heye. Ev rêxistin ji bo îstiqara Rojhilata Navîn û hemû dinyayê talûke ye. Loma jî kîjan hêz li dijî wê şer bike em nabêjin şer nekin. DYA û Rûsya du hêzên mezin in. Herdu bi bername û armancên cuda li herêmê hewl didin û helbet dibe ku balafirên wan bên pêşberî hev. Dibe ku hin alozî derkevin. Ji bo kordînasyonê dibe ku Rûsya li derekê be, DYA li derekê be. Lê ev kordînasyon vê gavê tuneye. Divê hevkarî hebe. Ji yekîtî û operasyonan divê îstixbarat û agahiyê bidin hev."
- PKKyê êrîşî xeta neftê kir
Dîzayî bal kişand ser êrîşên PKKya rêxistina terorê yên li ser Xeta Boriyê ya Kerkûk-Yumurtalikê û wiha got: "Ji ber êrîşa di tîrmehê da sewqkirina neftê 90 roj nehat kirin. Kadroyên PKKyê yên li çiya gotin ku 'hêzên herêmî êrîş kirine, ev polîtîkaya me nîne û wê cardin çênebe.' Em hêvî dikin ku cardin êrîş nekin. Heger êrîşên xwe berdewam bike ev mijareke muhîm e. Dev ji hikûmetê berdin bi nanê gel dilîzin. Em hêvî dikin ku cardin êrîş nekin."
Dîzayî der barê pêvajoya çareseriyê da jî wiha axivî: "Mixabin rewş hat vê astê. Şer derket û kuştin çêbû. Pêvajoyek hebû û carna xitimî. Lê jixwe pêvajo demê dixwaze. Dema em li Îngiltere û ÎRAyê dinihêrin pêvajoya aştiyê 10 salan dewam kir. Di hilbijartinê da serkeftineke mezin e ku HDPyê 80 parlementer derxist. Meclis û siyaset derfeteke mezin e. Lê rewş vê gavê wiha ye û ev jî dawiya dinyayê nîne. Çiqas şer were kirin jî dawiya dawî aştî û diyalog lazim e. Di vî warî da çi bikeve ser milê herêma Kurdistanê wê texsîr neke. Em ji bo aştî, îstiqrar û çareseriyê amade ne. Em tu wextê li gel şer û tundiyê nînin."