Elif Irmak
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2020
Miftiyê Quds û Filîstînê Şêx Mihemed Huseyîn ji Mescîdê Eqsa ji bo îbadetê wek mizgeft vekirina Ayasofyayê pîroz kir.
Şêx Huseyîn di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê ya li hewşa Mescîdê Eqsayê da û bal kişand ku Ayasofya sembila fetha Stenbolê ye û got ku "Şaşiyeke ku ev mabeda ku heta 1934an wek mizgeft lê îbadet dihat kirin guherandin muzeyê û ev şaşiyek bû. Ji ber ku ew weqfa Fatîh Siltan Mehmed Xan bû. Biryareke rast bû ku îro dîsa wek mizgeft ji îbadetê ra hat vekirin."
Şêx Huseyîn got hêvî dikim ku Ayasofya wek mizgeft bimîne û wiha axivî: " Em jî ji vir ji Mescîdê Eqsayê dibêjin ku Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ji bo misilmanên dinyayê bi xêr be. Em ji Xwedê niyaz dikin ku Ayasofya û hemû mizgeftên me biparêze."
Şêx Huseyîn daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a wekî Ayasofya ji bo ku Mescîdê Qesa bigihêje azadiyê mifteh e, destnîşan kir û got ku " Em ji Xwedê dixwazin ku ev pêk bê. Helbet xilaskirina Eqsayê ne tenê wezîfeya Tirkiyeyê ye ya hemû alema Îslamê ye."
Şêx Huseyîn destnîşan kir ku Mescîdê Qesa ne tenê yê Filîstîniyan e ê hemû misilmanan e û wiha axivî: "Her misilman divê Mescîdê Eqsa di hişê xwe da bigire û Eqsayê bixe hedefa xwe. Ji ber ku hewcehiya Mescîdê Qesa bi misilmanan heye û hemû hewldan divê ji bo qenalîzekirina Haremê Şerîf be. Bi vî awayî dê îtibara Eqsayê bê îadekirin û Selahaddîn dîsa bagê ji hewşan bilind bikin."
- Daxwaza bila ji bo îbadetê vekirina Ayasofyayê bibe wesîleya rizgariya Mescîdê Qesa
Ji aliyê din va ji muderrîsên berê yên Mescîdê Eqsayê Şêx Ebdulcelîl Awawde ji ber ku Ayasofya ji bo îbadetê hat vekirin gelê Tirkiyeyê û Serokomar Erdogan pîroz kir.

Şêx Awawde ji bo Serokomar Erdogan dia kir û got hêvî dikim ku ji bo îbadetê vekirina Ayasofyayê bibe wesîleya rizgariya Mescîdê Eqsayê.
Enwer Muqbîlê Filîstînî jî di hewşa Haremê Şerîf da got ku ji ber ku Ayasofya ji îbadetê ra hat vekirin kêfxweş e.
Muqbîl ev gotin:
"Em kêfxweş in ku Ayasofya ji bo îbadetê hat vekirin. Vê me misilmanan, Filîstîniyan gelekî kêfxweş kir. Ji bo îbadetê vekirina Ayasofyayê înşeallah di serî da Mescîdê Eqsa bibe wesîelaya rizgariya hemû mizgeftên me jî yên ku li gundên Filîstînê yên ku cihûyan bi zorî dan koçkirin û guherand cihên bieraq û sînagogan."