25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
ANKARA
Li Hekariyê di encama êrişa endamên rêxistina terorî da 2 esker şehîd bûn, eskerek jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, di operasyonên ku li herêma Şemdînliyê dewam dikin da endamên rêxistina terorî ya cudaxwaz êrişeke biçek kirin.
Di êrişa terorîstan da 2 esker şehîd bûn, eskerek jî birîndar bû. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku eskerê birîndar rakirin nexweşxaneyê û wiha hat ragihandin:
"Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ku di vê êrişa ku em tûşî xemgînî û kedereke kûr kirin da jiyana xwe ji dest dan, bike û sebreke mezin bide malbatên wan, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê tirk ê mezin. Em ji bo hevalê xwe yê çekê yê qehreman hêviya şifayê dikin. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi hêza ku ji gelê tirk distîne va heya ku terorîstê dawîn were berterefkirin wê têkoşîna xwe ya dijî hemû rêxistinên terorî bi biryar û bi bawerî dewam bike."