Ahmet Aydın
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji aliyê Teşkîlata Navçeya Kayapinarê ya AK Partiyê ve kermes tê kirin û wê dahata wê jî ji mexdûrên erdheja bi şideta 7,3 ya ku 12ê mijdarê li ser sînorê Iraq-Îranê qewimî re bê şandin.
Kermesa ku ji aliyê Teşkîlata Navçeya Kayapinarê ya AK Partiyê ve li Mizgefta Cebelî Nûrê tê kirin de xwarin û paste tên firotin.
Serokê Baskê Ciwanan yê Kayapinarê Mehmet Emîn Koşal anî ziman ku dixwazin alîkariyê bigihînin mexdûrên erdheja ku li ser sînorê Iraq-Îranê qewimî.
Koşal herwiha spasiya beşdarvanên kermesê kir.