20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
ANKARA
Bi destê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovî (ÎHH) ji bo navenda Efrînê, navçeya Mabatli û gundê Kewkebê yên ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê da ji rêxistina terorê PYD/PKKyê hatin rizgarkirin, alîkariya mirovî hat kirin.
Li gorî daxuyaniya ÎHHyê, koliyê zadê, paketê zarokan, nan û alavên paqijyê li malbatên li navenda Efrînê, navçeya Mabatli û gundê Kewkebê yên ku bi destê Artêşa Tirkiyeyê ji rêxistina terorê PYD/PKKyê hatin rizgarkirin, hatin belavkirin.
Di daxuyaniyê da li ser zarê Yakup Alacayê ji Maseya Çapemeniya Kilîsê hat diyarkirin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê pê va ji bo xelkê sivîl ê Efîrnê alîkariya mirovî hat şandin û wiha hat gotin, "Em îro li navenda Efrînê ligel xelkê sivîl hatin cem hev. Xelkê vê derê yê ku di serdema PKKyê da di nava şert û mercên dijwar da li ber xwe dida, azad bû."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku heta niha seba 2 hezar malbatî alîkariya mirovî hat kirin.