Türkan Tosun
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 01 Îlon 2020
Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Meksîkayê 256 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 256 kesan va hejmara miriyan derket 64 hezar û 414an.
Li Meksîkayê hejmara pêketiyan jî 3 hezar û 719 kes zêde bû û derkete 599 hezar û 560 kesî.
Li gor agahiyan hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 416 hezar û 738an.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt waqiaya ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin û di 19ê adarê da kesek ji ber vîrusê miribû.