Haydar Şahin
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
OTTAWA
Hat ragihandin ku ji Kelly Knight Crafta Balyoza Kanadayê ya Amerîkayê ra nameyeke bi tehdîda kuştinê hatiye şandin û di nav zerfa nameyê da jî tozeke sipî hebûye.
Yekeyên ewlekariya Amerîka û Kanadayê li ser mijarê lêpirsîn dan destpêkirin, hat gotin ku name şandine mala Crafta Balyoz ya li Ottawayê.
Dema yekeyên ewlekariyê balyozxaneyê name kontrol dikirin tesbît kirin ku di nameyê da tozeke sipî heye û li ser vê lêkolîn dan destpêkirin. Hat ragihandin ku zirareke tozê tune lêbelê di nameyê da tehdîda kuştinê heye.
Hat destnîşankirin ku di nameyê da ji Kelly Knight Crafta Balyoza Amerîkayê tê xwestin ku bira îstifa bike, heke îstifa neke jî ew ê were kuştin, wekî mayîn tehdîdên li dijî Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî di nameyê da hatine nivîsandin.
Hat ragihandin ku Kelly Knight Crafta Balyoz ji ber vê bûyerê di nav fikaran da ye û lêpirsîna RCMPya Polêsên Siwarî yê Qraliyeta Kanadayê dabû destpêkirin jî li Ottawa û Quebecê dewam dike.