Önder Beyter
21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2020
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, êrîşa terorê ku li bakurê Sûriyeyê li navçeya Ezazê ya di kontrola mixalifan da bi wesayîta bombebarkirî hat kirin, şermezar kir.
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amrîkayê Morgan Ortagusê di daxuyaniya nivîskî da wiha got, "Amerîka êrîşa terorê ya ku li Ezazê li ciyekî nêzîkî bazarê hat kirin, şermezar dike."
Ortagusê ji bo eqrebayên kesên ku di êrîşê da canê xwe ji dest dan, serxweşî xwest û wiha destnîşan kir, "Wekî ku me berê jî diyar kir, ev cure çalakiyên ku ji hêla her aliyekî vî şerî va werin kirin, nayê qebûlkirin û ji bo êrîşên dijî sivîlan mirov nikare tu sedemî wekî hincet nîşan bide."
Morgan Ortagusê ji bo hemû aliyan da bibîrxistin ku tundî, hêviyên çareseriya siyasî ya di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Jimare 2254 da vedimirîne û lewma jî ew li Sûriyeyê piştgiriyê didin agirbesteke li ser asta neteweyî.
- Çavkaniyên ewlekariyê destnîşan dikin ku fail YPG/PKK ye
Li gundê Sîccû yê Ezaza li Sûriyeyê, roja yekşemê wesayîteke bombebarkirî hatibû teqandin, di êrîşa terorê da 5 sivîl hatibûn kuştin, 85 sivîl jî birîndar bûbûn.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandibûn ku li herêmên ji terorê paqijkirî, çalakiyên bombeyê ji hêla rêxistina terorê YPG/PKKyê tên kirin, lêbelê ji ber ku zirar digihîje sivîlan, rêxistin êrîşan hilnade ser xwe.