Ji Amerîkayê bo welatiyên xwe banga "bilez Îranê biterikînin"
Ankara
Amerîkayê xwepêşandan û rîskên ewlehiyê yên ku li welêt didomin wekî sedem nîşan da û banga "bilez Îranê biterikînin" li welatiyên xwe kir.
Di hişyariya ewlehiyê da ya ji hêla Balyozxaneya Dîjîtal a Amerîkayê ya Tehranê hat weşandin, ji welatiyên Amerîkayê hat xwestin ku bêyî hewcedarî alîkariya rêveberiya Trump bibin, plana derketina ji Îranê bikin.
Di daxuyaniyê da xwepêşandan û rîskên ewlehiyê yên ku li welêt didomin hat balkişandin û wiha hat gotin, "Demildest ji Îranê derkevin. Heger hûn nikarin derkevin, li mala xwe yan jî li avahiyeke ewle biçin cihekî bi emniyet."
Karoline Leavitta Berdevka Qesra Spî daxuyandibû ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di mijara Îranê da wek pêşîn dîplomasiyê tercih dike, lêbelê emilandina hêza eskerî jî timî li ser maseya wî ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
