Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ên Îranê: Di xwepêşandanan da hejmara kuştiyan derket 646an
Li welêt ji ber xwepêşandanên ku 16 roj in didomin 10 hezar û 721 kes hatin binçavkirin
Istanbul
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ên Îranê (HRANA) ragihand ku di xwepêşandanan da yên ku ji ber pirsgirêkên aboriyê dest pê kirin, hejmara kuştiyan derket 646an.
Di rapora ku li ser malpera HRANAya navend Amerîka hat weşandin da, li ser xwepêşandanên ku li welêt 16 roj in berdewam in, agahî hat dayîn.
Li gorî raporê, di xwepêşandanan da yên ku belayî 31 eyaletên Îranê bûne, 505 çalakvanên 9 jê ji hejdeh salî piçûktir û her wiha 133 mensûbên hêzên ewlekariyê û dozgerek hatin kuştin. Ji xeynî van di dema çalakiyan da 7 kesên li wir bûn jî hatin kuştin.
Li welêt ji ber xwepêşandanên ku 16 roj in didomin, 646 hes hatin kuştin û 10 hezar û 721 kes jî hatin binçavkirin.
- Îran: Piraniya xwepêşanderan bi çekên birrek, ji aliyê "terorîstên çekdar" va hatin kuştin
Serokê Saziya Tiba Edlî ya Îranê Ebas Mescidî Aranî diyar kir ku piraniya xwepêşanderên ku ji aliyê terorîstên çekdar va hatine kuştin ku bi çekên birrek an jî bi tivinga nêçîrê organên wan ên jiyanê hedef girtin an jî ji nêz va bi gulebaranê hatine kuştin.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Aranî derbarê sedemên mirina xwepêşanderên kuştî de daxuyanî da.
Aranî destnîşan kir ku piraniya kesên ku di bûyeran da hatine kuştin, bi çekên birrek an jî bi tivinga nêçîrê organên wan ên jiyanê hedef girtin an jî ji nêz va bi gulebaranê hatine kuştin.
Aranî îdia kir ku hin endamên ku bi çekên agirîn hatine perwerdekirin, ketine nav xwepêşanderan û van endaman organên giring ên xwepêşanderan kirine armanc.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
