Dinya

Ji Amerîkayê bo Kendavê sewqiyata eskerî

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper: "Erebistana Siûdî bi armanca êrîşeke din neqewime û binesaziya xwe biparêze bi daxwezeke navneteweyî va alîkarî xwest. Ji bilî vê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî alîkarî xwest."

Abdullah Tel  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 22.09.2019
Ji Amerîkayê bo Kendavê sewqiyata eskerî

Washington DC

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper diyar kir ku ji ber daxwaza Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ew ê Amerîka bo parastina hewayî hêzên eskerî sewqî Kendavê bike.

Li Qesra Spî ji ber êrîşa li ser tesîsên neftê ya Aramco ya Erebistana Siûdî pêk hatibû civîna ewlehiya neteweyî hat kirin.

Wezîr Esper piştî civînê li Pentagonê tevlî Serokê Sererkaniya Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford civîna çapemeniyê li dar xist.

Esper destnîşan kir ku ji ber êrîşa li ser tesîsên neftê li herêmê xirecir zêde bû û got: "Hemû dane nîşan didin ku berpirsê êrîşê Îran e."

Di axaftina xwe da Esper got ku Amerîka li ser daxwaza welatên Kendavê ji hêla parastina hewayî va wê sewqiyata eskerî bike û wiha pê da çû: "Erebistana Siûdî bi armanca êrîşeke din neqewime û binesaziya xwe biparêze bi daxwzeke navneteweyî va alîkarî xwest. Ji bilî vê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî alîkarî xwest. Li ser daxwaza Qraltiyê Serok (Donald Trump) jî bi taybetî di qada parastina hewa û moşekê da raye da ku bila bi armanca parastinê hêzên Amerîkayê sewqî herêmê bên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.