Önder Beyter
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ji 15 welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jê 10 welatî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ra name şand û xwest ku konsey li paş biryara xwe ye ku ji Îsraîlê dixwaze li ser xaka Filistîna dagirkirî dawiyê li avakirina şûnwarên neqanûnî bîne, bisekine.
Piştî ku Amerîkayê balyozxaneya xwe bar kir bir Qudsê û Îsraîlê jî di xwepêşandanên li ser sînorê Xezeyê da 59 kes şehîd kir, Çîn, Fransa, Bolîvya, Qeraxê Diranê Fîlê, Gîneya Ekvatorê, Qazaxistan, Kuweyt, Holanda, Perû û Swêdê ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres ra name şand.
Di nameyê da hat balkişandin ku ciyê fikarê ye ku biryara KENYê ya ku di sala 2016an da hat wergirtin û ji Îsraîlê tê xwestin ku li ser xaka Filistîna dagirkirî dawiyê li avakirina şûnwarên neqanûnî bîne, nayê bicihanîn û wiha hat gotin, "Konseya Ewlekariyê divê li paş biryarên xwe bimîne û herwiha divê wê yekê biedilîne ku wateya biryarên wê hene. Heger na pêbaweriya pergala navneteweyî wê bikeve xetereyê."
10 endamên konseyê ji xeynî vê yekê herwiha ji Guterres xwestin ku rapora der heqê mijarê da ya ku 3 mehan carekê ji KENYê ra tê pêşkêşkirin, bira bi awayekî nivîskî were amadekirin.