Tirkiye

Welatiyên Tirk ên ji Xezeyê hatin texliyekirin gihiştin Stenbolê

Hikmet Faruk Başer  | 05.12.2023 - Rojanekırın : 06.12.2023
Welatiyên Tirk ên ji Xezeyê hatin texliyekirin gihiştin Stenbolê

Istanbul

 130 welatiyên Tirk û xizmên wan ên malbatî ên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Xezeyê hatin texliyekirin, ji ser Misrê ra gihiştin Stenbolê.

Balafira Rêhewayên Tirk a welatiyên Tirk ên ji Deriyê Sînor ê Refahê derbasî Misrê bûn lê siwar bûn, ji Balafirgeha Qahireyê bi firê ket û gihîşt Balafirgeha Stenbolê.

Nûnerên Wezareta Karên Derva û peywirdarên AFADê li balafirgehê pêşwaziya welatiyan kirin.

Faysal Saidê jina wî ji Xezeyê hat di daxuyaniya xwe da diyar kir, piştî 2 mehan ew gihîşt jina xwe Sarayê û wiha got, "Ji ber vê yekê em pir sipas dikin."

Raşitê bavê Faysal Said jî wi got, "Ez gelekî spasiya serokomar dikim. Kurê min gihîşt hevjîna xwe."

Ji aliyê din va kameramanê Ajansa Anadoluyê (AA) Mihemed el-Alûl ku di 5ê Mijdarê da di êrîşa Îsraîlê ya dijî Kampa Penaberan a El-Mexaziyê da 4 zarokên wî û 3 xwîşk û birayên wî hatibûn kuştin, tevî jina xwe ya birîndar û zarokekî xwe hat Stenbolê.

Her wisa malbatên li heyatê mane yên rojnamegerên li Ofîsa AAyê ya li Xezeyê dixebitin jî bi heman qefleyê ra hatin Stenbolê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın