Abdullah Tel
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Endamên nedaîmî yên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo Îdlibê hişyarî dan.
10 welatên (E-10) ku endamên nedaîmî yên KENYê bal kişandin ser Îdliba bajarê Sûriyeyê û ragihandin ku ew "ji ber halê wê derê bi fikar in" û ji bo "çareseriya qeyranê" jî bangewazî kirin.
Nûnera Daîmî ya NYyê ya Polonyayê Joanna Wronecka ku seroka heyamê ya E-10an e bi nûnerên welatên Kuweyt, Qazaxistan, Hollanda, Swêd, Bolîvya, Perû, Giravên Diranên Fîl, Gîneya Ekvadorê û Etiyopyaya endamên nedaîmî ra derket pêş rojnamegeran.
Wroneckayê bi bîr xist ku komê duh ji bo Îdlibê civînek li dar xist û wiha pê da çû: "Operasyonên eskerî yên li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê wê bibin sedema bobelateke mirovahî ya mezin û em ji ber vê gelek bi fikar in."
Nûnera Daîmî ya NYyê ya Polonyayê Wroneckayê got ku wan ji bo Îdlibê bangî aktorên li herêmê kirin û xwestin ku bila hiqûqa mafên mirovan û qanûnên mafên mirovan neyên binpêkirin.
Amerîka Îngiltere, Rûsya, Fransa û Çîn (P-5) endamên daîmî yên KENYê û 10 welat (E-10) jî 2 salan carekê bo konseyê tên hilbijartin.