Dinya

Hêzên rejima Esed êrîşî ser başûr û rojavayê Helebê dikin

Ji cih û warên rastî êrîşê tên ber bi herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê va koçê dest pê kir

Abdullah Tel  | 17.01.2020 - Rojanekırın : 18.01.2020
Hêzên rejima Esed êrîşî ser başûr û rojavayê Helebê dikin

İdlib

Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û komên terorîstên biyanî yên Îran piştgirê wan e ji bejayê va êrîşî ser herêmên başûr û rojavayê Helebê ku di nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiya Îdlibê da ye, dikin.

Hêzên rejimê yên ji artêşa Esed û komên terorîstên biyanî yên Îran piştgirê wan e pêk tê ji bejayê va eniyên mixalifan û cih û warên sivîlan ên li herêmên başûr û rojavayê Helebê dikevin, bombebaran dikin.

Di êrîşên duh li ser çoltera Helebê hatin kirin da balafirên şer ên Ûris jî piştgirî dabûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê duh û îro jî di bomberarana li ser Maarraturnûmanê ya li başûrê Îdlibê dikeve da cih girtin.

- Ber bi xeta sînorê Tirkiyeyê va koçê dest pê kir

Ji herêmên rastî êrîşan tên gelek sivîl ji bo koçê berê xwe dan herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê ne.

Li navçeya Anadan (Til Tamûr) ku li çoltera Heleba Rojava dikeve cihê çavdêriyê ya 4emîn a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê heye.

Li herêma wek hedef hatiye hilbijartin rêbeja M5ê ya ku Heleb û Lazqiyeyê bi hev girêdide û ji ser Heleb, Hama, Hums û Şamê derbas dibe û heta Urdinê diçe, heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.