Muhammed Karabacak,Ömer Koparan
15 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2025
Li wilayeta Suweydayê ya ku dikeve başûrê Sûriyeyê, piştî pevçûnên ku sê rojan dewam kirin, yekîneyên Wezareta Parastinê ji bo kontrolkirina rewşê dest pê kir û ketin bajêr.
Li gor SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ku nûçeya xwe spart Daîreya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê, "Yekîneyên artêşê dest pê kir û ketin bajarê Suweydayê."
- Bûyerên Suweydayê
Li Suweydayê du roj berê komên Durzî dest danîn ser hin wesayîtên eşîrên Erebên Bedewî û piştra pevçûnên çekdarî yên piçûk dest pê kiribûn.
Her du aliyan hin sivîl revandin û li ser vê pevçûn tundî bûbûn, ji komên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî herî kêm 30 kes hatibûn kuştin, 100 kes birîndar bûbûn.
Li ser vê seba sekinandina pevçûnan yekîneyên Wezaretên Parastin û Karên Navxweyî gelek esker wekî teqwiye sewq kiribûn.
"Komên dereqanûnî" êrîşî konvoyên Wezaretên Parastin û Karên Navxweyî kiribûn û di êrîşan da 18 esker hatibûn kuştin, 9 esker jî dîl hatibûn girtin.
Wezîrê Parastina Îsraîlê Yisrael Katz jî êrîşên ku Îsraîlê birin ser başûrê Sûriyeyê parastibû û wiha gotibû: "Em ê destûrê nedin ku zirarê bidin Durziyan, Îsraîl wê li kêlekê nemîne."
Piştî vê daxuyaniyê Îsraîlê li derdora wilayeta Suweydayê bi tevahî pênc êrîşên esmanî biribûn ser nêzî konvoyên Wezaretên Parastin û Karên Navxweyî yên ku bi cih bûbûn.