Teşkîlata Bajêr a Batmanê ya Huda-Parê Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Abdusselam Uluçam ziyaret kir.
Serokê Bajêr ya Huda-Parê Mehmet Emîn Dogru got ku zanîngeh ji bo Batmanê gelek girîng e û heke ji bo feydeya mirovan a hevpar xebat bên kirin pêşeroja bajêr wê baştir be.
Serokê Bajêr ê avaker Dr. Aydin Gok jî daxuyand ku ew ne partîyeke lewhayê ne û divê di pêvajoya çareseriyê de kesên bawermend jî hebin.
Gok got ku di pêvajoya çareseriyê de divê bi tenê HDP muxatab neyê dîtin.
Rektor Uluçam jî ji bo ziyaretê kêfxweşiya xwe anî zimên û sipasiya heyeta Huda-Parê kir.