DIYARBEKIR
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu bi hinceta ku Îsraîl "komkujiyê dike û li hemberî mirovahiyê sûc dike" der barê Îsraîlê de li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê gilîdar bû.
Yapicioglu û kesên pê re hatin Edliyeya Diyarbekirê û gilîdar bûn. Piştî ku ji edliyeyê derketin Yapicioglu daxuyanî da û got ku ji destpêka damezrandina Îsraîlê û vir ve Îsraîl bi mebesta ku axê bi dest bixe, hewl dide ku mirovên li ser wê axê dijîn ji wê derê bide revandin.
Yazicioglu destnîşan kir Îsraîl ji bo bibe hakimê wê axê hewl dide ku bide valakirin, dem bi dem komkujiyan dike û wiha dewam kir: "Mixabin dinya tenê temaşevanê komkujiyên ku Îsraîl dike ye. Îsraîl ji pergala navneteweyî cesaretê distîne. Heta ku ji bo Îsraîl tengavkirineke cidî neyê kirin, Îsraîl wê dawiyê li van êrîşên xwe neyne."
Ji koma Huda-Parê hin kesan alaya Îsraîlê şewitandin.