08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
HEWLÊR
Rêveberiya Herêma Kurdistanê (HKI) îdiaya "Barzanî destûrê dide ku Konsolosxaneya Erebistana Siûdî çekan bide komên li dijî Îranê ne" ku Tumgeneral Yehya Rehîm Sefewiyê Şêwirmendê Leşkerî yê Payebilind ê Serokê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamneyî ye derewand.
Di daxuyaniya nivîskî da hikûmeta HKIyê got: "Tumgeneral Yehya Rehîm Sefewiyê Şêwirmendê Leşkerî yê Payebilind ê Serokê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamneyî ye di civînekê da der barê Hikûmeta HKI û Partiya Demokrat a Kurdistanê da xeberdaneke nemunasîp kiriye. Sefewî him tevlî kar û barên navxweyî yên hikûmeta herêmî dibe û him jî têkîliya dostane ya di navbera Îran û HKiyê ku ji berê da dewam dike xera dike. Ji ber vê jî daxuyaniya Sefewî ji serî heta binî rastiyê nîşan nade, bê bingehe û em îfade dikin ku hemû îdiayên kiriye jî bêbelgene û nayên îspatkirin."
Sefewî di civîna çapemeniyê ya ku duh li Tehranê kir da îdia kir ku Barzanî destûrê dide Konsolgeriya Erebistana Siûdî ya li Bakurê Iraqê ku sîlahan li komên hemberî Îranê belav bike.