Abdullah Tel
29 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Li Libyayê Komîteya Eskerî ya Şirîk a 5+5 di navbera hikûmetê û Xelîfe Hefter da 6 dîl berdêl kir.
Mîralay Mistefa Yehyayê endamê Komîteya Eskerî ya Şirîk a 5+5an daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Berdêlkirina dîlan li Şûveyrîf a 417 kîlometre başûrê Trablusê dikeve, hat kirin. Operasyon bi hevkariya rûspiyên Mîsrata û Şûveyrîfê ra hat kirin."
Yehya ragihand ku di çarçoveya berdêlkirina dîlan da ji hêzên Hefter 5 kes bergîdana eskerekî artêşa Libyayê hatin berdan û ji bo berdêlkirina dîlan û agirbesta di navbera herdu aliyan da bidome hewla ku tê dayîn bê dewam bike.
Komîteyê roja îniyê jî 48 dîl berdêl kiribû ji milîsên Hefter 33 kes bergîdana 15 eskerên artêşa Libyayê hatibûn berdêl kirin û esker jî serbest mabûn.
Li Cenewreya bajarê Swîsreyê di encama civînên Komîteya Eskerî ya Şirîk a 5+5 ku di navbera 19-23 Cotmehê hat kirin da hikûmeta Libyayê û hêzên Xelîfe Hefter ji bo agirbesteke mayînde li hev kirin û peyman îmze kiribûn.