Haydar Şahin,Abdullah Tel
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
BOGOTA
Li Kolombiyayê serokên xwecihan bi banga "Mînga"yê protesto li dar xistin, hat ragihandin ku xwecî û hikûmetê li hev kir û çalakiyên bên bidawîkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Kolombiyayê da hat diyarkirin ku hevdîtinên di navbera Organîzasyonên Xweciyan ên Herêmî û Neteweyî û hikûmetê da li Monterilla de Caldono 12 roj bûn dewam dikirin bi erênî temam bûn.
Peymana ku çalakiyên xwecihan yên ku tê da gelek kes birîndar bûn bi dawî kir di navbera Luis Ernesto Gomezê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û nûnerên komên xwecî da hat îmzekirin.
Gomes piştî peymanê daxuyanî da û got, "Dibê em guhdayîna hevdu û çareserkirina bi diyalogê hîn bibin. Wek hikûmet me li ser tiştên ku dikarin di nav 10 mehan da ji bo xwecihan bikin civîn kir."
Neis Lameyê nûnerê Konseya Caucaya herêma Xwecihan jî diyar kir ku piştî peymana ku bi hikûmetê ra çêkirin biryar dan ku xwecî vegerin herêmên xwe û ew ê pêvajoya sepandina şert û mercên ku soz dan teqîb bikin.
Li gor peymanê nûnerên hin wezaretan, CRICê û zanîngehên xwemalî wê di 18ê sermawezê da li bajarê Popayanê bên bal hev û ji bo sepandina peymanê wê protokolê îmze bikin.
Xwemaliyên li welêt du hefte berê bi hinceta hikûmet di mijarên civakî da li ser sozê xwe nesekinî banga "Mînga"yê kirin û paşê xwemalî li hin bajarên Kolombiyayê û herêmên çolter kom bûn û çalakî li dar xistibûn.
Çalakvanan li herêma rêveberiyê ya Risaldayê 17 polês dîl girtibûn û piştî hevdîtinan serbest berdan.
Li Kolombiyayê niştecihên xwecih li ser bangewaziya pêşengê xwe kom dibin û bi yek dengî "zibare" alî hev dikin û ew çalakî jî wekî "Mînga"yê tên binavkirin.