Önder Beyter
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
USKUP
Weşana makedonî ya ku di çarçoveya vîzyona salvergera 100emîn a Ajansa Anadoluyê (AA) da di 9ê Mijdara 2015an da dest pê kiribû, sala xwe ya 2yemîn xilas kir.
Hemleya AAyê ya weşana pirzimaniyê ya ku li rexê gavên kurewî yên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin, di kurtedemekê da berhemên xwe da.
Weşana arnawudî û weşana makedonî yên AAyê di nava 2 salan da di nûçegihaniyê da bûn çavkaniyeke sereke.
Di vê maweyê da Servîsa AA Makedonî, 25 hezar û 460 nûçe, 11 hezar û 260 wêne û 6 hezar û 60 dîmen ên ji Tirkiye û dinyayê belav kirin. Ango servîsa navborî di demeke kurt da li herêmê bû girîngtirîn ji çavkaniyên nûçeyan yek.
Çapemeniya herêmê eleqeyeke mezin nîşanî weşana AA Makedonî didin.
- Ji Serokomarê Makedonyayê Îvanov peyama tebrîkê
Ji hêla din Serokomarê Makedonyayê Gyorge Îvanov bi boneya 2yemîn salvegera weşana AA Makedoniyê peyameke tebrîkê şand.
Îvanov, salvegera weşana AA Makedoniyê pîroz kir û di peyama xwe da wiha got:
"Di 2015an da li Uskupê nûnertiya ajansa fermî ya Tirkiyeyê hat vekirin. Ev yek nîşaneya dostaniya samîmî û hevkariya dualî ya Komara Makedonyayê û Komara Tirkiyeyê ye. Ez 2yemîn salvegera nûnertiya we ya herêmî ya li Uskupê pîroz dikim û hêvî dikim ku hûnê di siberojê da jî piştevaniya dewlemendkirina naveroka xizmeta çapemeniyê bikin û di warê profesyoneltiyê da nimûnebûna xwe bidomînin."
Ajansa Anadoluyê ligel tirkî bi îngilizî, erebî, fransî, boşnakî, xirvatî, sirbî, rûsî, kurdî (kurmancî-soranî), arnawudî, makedonî, farisî, endonezî û spanyayî weşanê dike.