Nihat Kavşut
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û heyeta bi wan re bi mebesta komelek peywendî gihiştin Trablûsa paytexta Libyayê.

Heyeta Tirkî li Balafirgeha Trablûsê ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya Libyayê Mihemed Tahir Siyala ve hat pêşwazîkirin.
Heyet piştî hevdîtina bi Siyala re digel Serokwezîrê Libyayê Fayiz Serrac civiya.
Di daxuyaniya Hikûmeta Libyayê ya derbarê hevdîtina di navbera heyetan de hat gotin ku bi heyeta Tirkî re rêyên geşepêdana têkiliyên dualî gotûbêj kirine.