Polîtîka, Koronavîrus

"Me operasyona texliyeyê ya herî mezin a Komara Tirkiyeyê biserkeftî kir"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Me operasyona texliyeyê ya herî mezin a Komara Tirkiyeyê biserkeftî kir. Me ji 130 welatan ji 90 hezarî zêdetir welatiyên xwe anî welatê xwe."

Türkan Tosun  | 05.07.2020 - Rojanekırın : 06.07.2020
"Me operasyona texliyeyê ya herî mezin a Komara Tirkiyeyê biserkeftî kir"

Ankara

ANTALYA (AA) - Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Alanyaya navçeya Antalyayê beşdarî civîna "Turîzma Bitenduristî, Bajarê Ewle" bû û li wir axivî.

Çavuşoglu behsa tevdîr û têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tê kirin, kir û wiha axivî: "Bi saya tevdîrên me dîtin di têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû da em bûn yek ji wan welatên herî serkeftî. Li dinyayê em yek ji wan welatan e ku pergala me ya tenduristiyê baş e."

- "Me operasyona texliyeyê ya herî mezin a Komara Tirkiyeyê biserkeftî kir"

Wezîr Çavuşoglu pesnê pergala tenduristiyê ya Tirkiyeyê û xebatên di şewbê da hatin kirin da û wiha dewam kir: "Ji îro pê va me ji 137 welatan ra alîkarî şand û emê hê jî bişînin. Ji welatên ku hejmar zêde dibin ra em alîkariya zêde dişînin. Me operasyona texliyeyê ya herî mezin a Komara Tirkiyeyê biserkeftî kir. Me ji 130 welatan ji 90 hezarî zêdetir welatiyên xwe anî welatê xwe. 90 welatan xwest ku welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê texliye bikin. Me ji van welatan ra alîkarî kir ku 230 hezar welatiyên wan bên texliyekirin, em bi hev ra xebitîn."

- "Neheqî li Tirkiyeyê tê kirin"

Der barê biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku got Tirkiye ji bo çûyîna tetîlê û turîzmê ne ewle ye ûseyahatê sînor dike da Çavuşoglu wiha axivî: "Dema em rewşê dinihêrin tê dîtin ku neheqî li Tirkiyeyê tê kirin. Ji ber ku têkiliyên siyasî yên hin welatan baş e, li wan welatan hejmar nebaş be jî destûr ji bo wan welatan tê dayîn. Lê ev tevgereke şaş e. Yanê heke hûn tenduristiya welatiyên xwe bikin talûkeyê û ji wan welatên ku rewş lê nebaş e ra destûrê bidin û nehêlin bên Tirkiyeyê wê çaxê welatiyê we jî, çapemeniya we jî li hemberî we serî hildide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.