Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Hefter nikare di vî şerî da bi ser bikeve"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê şerê li Libyayê da got ku Hefter nikare di vî şerî da bi ser bikeve.

Nihat Kavşut  | 03.06.2020 - Rojanekırın : 03.06.2020
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Hefter nikare di vî şerî da bi ser bikeve"

Ankara

Çavuşoglu di 24 TVyê da beşdarî bernameyekê bû û der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona şerê li Libyayê got ku Hefter nikare di vî şerî da bi ser bikeve.

Çavuşoglu der barê George Floydê li Amerîkayê hat kuştin da diyar kir ku çi dibe bira bibe nayê qebûlkirin ku polês însanekî bi vî awayî bikuje.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir ku li Rojhilatê Behra Sipî tu peymaneke ku Tirkiye di nav da nebe derbas nabe.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê Ayasofyayê da got ku milkê Komara Tirkiyeyê ye û hatiye fetihkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.