Önder Beyter
02 Adar 2020•Rojanekirin: 03 Adar 2020
Nûnera Daimî ya DYAyê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft û Nûnerê Taybet ji bo Karûbarê Sûriyeyê James Jaffrey dê werin Tirkiyeyê.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, Craft û Jeffreyê ku dê îşev werin, di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê da dê ligel peywirdarên Tirk li ser mijarên têkildarê Sûriyeyê biaxivin.
Herwiha tê pêşbînîkirin heyeta DYAyê ji xeynî hevdîtinên navborî, ligel nûnerên NY û saziyên civaka sivîl jî werin cem hev. Tê texmînkirin ku di van hevdîtinan da jî qeyrana mirovî ya li Sûriyeyê ya ji ber êrîşên rejimê were gotûbêjkirin.