Haydar Şahin
12 Mijdar 2019•Rojanekirin: 12 Mijdar 2019
Heyat Ehmeda 50 salî ya li Îdliba bajarê Sûriyeyê jiyana xwe didomîne di zaroktiya xwe da dest pê kir bi xuşk û birayên xwe yên astengdar, mezinên xwe yên kal û pîr xwedî kir.
Ehmed li Asafîra gundê Cisr Şûxra navçeya Îdlibê bi 2 xuşk û birayên xwe yên ji dayîkbûnê vir da şilbûyî ne, bavê xwe yê 91 salî û diya xwe ya 85 salî ra dijî.
Ehmed li malê xuşk û birayên xwe yên astengdar û dayîka xwe ya nexweşa nav nîvana xwedî dike û fedakariyeke mezin dike.
Ehmeda li baxçeyê pêşiya mala xwe sebzeyan diajo ku pê heycedariyên mala xwe bibîne diyar kir ku 35 sal e li xuşk û birayê xwe mêze dike.
Ehmedê got bavê wê bi tenê alîkariya kopal va dikare bimeşe, diya wê ji ber hotika li pişta wê derket encax çalepukan dikare hereket bike.
"Ne mazot ne jî dar hene"
Ehmedê destnîşan kir ku ji bo malbata xwe xwedî bike qet nezewicî, ji ber ku nikare ji malê dûr bikeve jî qet nexebitiye û wiha pê da çû:
"Xêncî me kesek tune ku li malbatê mêze bike. Ji ber ku bi wan ra eleqedar dibim qet nexebitîm. Ez xwarina wan jî bi destê xwe didim wan. Hema bêje ew bi tena serê xwe nikarin tu tiştekê bikin. Xêncî min kesekî wan tune. Ji ber vê nezewicîm."
Ehmedê wiha got: "Ji bo malê dahat lazim dike. Zivistan tê. Nika serma dikin. Ne mazot ne jî darê me hene. Kesekê aliyê me bike jî tune. Ji bo germ bibin ez 3 betaniyan diavêjim ser wan. Jiyan her ku diçe zor dibe."
"Ez dikarim bêjim ku hema du sal e me goşt nexwariye"
Ehmedê got bi alîkariyên tên dayîn va jî encax tametês û nan dikarin bikirin û wiha aivî: "Ez dikarim bêjim ku hema du sal e me goşt nexwariye"
Ehmeda ji ber êrîşên rejima Esed dikeve fikaran wiha pê da çû: "Heke bombeyan bibarînin ez nikarim herim tu ciyî. Kesekê aliyê min bike jî tune. Ez nikarim li ciyekî din kirê jî bidim. Ji ber vê em ê di odekî da kom bibin û bi sebr bisekinin."