Cenazeyê Ebul Etayê fermandarê Filistinî û jina wî hat veşartin
Cenazeyên Beha Ebul Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî û jina wî li Xezeyê hat veşartin
Gazze
Cenazeyên Beha Ebul Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî û jina wî yên ku ji hêla Îsraîlê va hatibûn kuştin, li Xezeyê bi beşdarbûna hezaran Filistîniyan hat veşartin.
Di merasima cenazeyê da Filistîniyan sloganên "canê me, xwîna me bila feda be", "em tolê dixwazin" gotin û ji bo bersivê bangî komên Filistîniyan yên berxwedêr kirin.
Cenazeyê Ebul Eta û jina wî li rojhilatê Xezeyê piştî nimêja ku li Mizgefta Hezretî Omer hat kirin li Goristana Eş Şucaiyeyê hat veşartin.
Ji rêvebirên Îslamî Cîhadê Xalid El Batş di merasima cenazeyê da axivî û got ku ew ê tola Ebul Eta hildin û miheqeq bersivekê bidine Îsraîlê. Batş wiha axivî:
"Tu hesab êdî ji bo bersiva suîqestan nabin asteng. Berxwedana me wê her dem dijî fuze û çekên neyaran bidome. Em nahêlin Îsraîl şert û mercên şer biguherîne."
Artêşa Îsraîlê serê sibê êrîşî mala Beha Ebul Etayê ji fermandarên Seriyeyên Qudsê ya şaxa Cîhada Îslamî ya li rojhilatê Xezeyê kiribû. Di êrîşê da Beha Ebul Eta hatibû kuştin.
Piştî kuştina Ebul Eta ji Xezeyê ber bi Tel Avîv û gelek bajarên Îsraîlê yên din roket hatibûn avêtin.
Ji ber êrîşên roketan li Tel Avîv û gelek herêmên li başûr mekteb hatibûn tetîlkirin.
Ji hêla din va Îsraîlê îro serê sibê êrîşî mala Ekrem Acuriyê endamê Buroya Siyasî ya Tevgere Cîhada Îslamî ya li Şama paytextê Sûriyeyê kiribû û di êrîşê da kurê Acurî jî di nav da 2 kes hatibûn kuştin.
Piştra balafirên şer yên artêşa Îsraîlê li Xezeyê dest bi lêxistina hedefên Tevgere Cîhada Îslamî kiribûn.