Mustafa Deveci,Hamdi Yıldız
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Hemasê ragihand qebûl kir ku ku di çarçoveya pevguherîna di 22yê sibatê da şûna 3 kesan 6 dîlên Îsraîlî yên sax berde.
Endamê Buroya Siyasî yê Hemasê Xelîl el-Hayye der barê rojeva pevguherîna dîlan a di çarçoveya peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra daxuyanî dan.
Hayye diyar kir ku Hemas dê di 20ê sibatê da cenazeyê 4 dîlên Îsraîlî teslîmî Xaça Sor bike.
Hayye digel vê got ku dê di 22yê sibatê da jî bereksê plana berê şûna 3 kesan dê 6 dîlên sax ên Îsraîlî bên berdan.
Hayye behs kir ku Hemas amade ye ku merhaleya duyemîn a girbestê tetbîq bike û da zanîn ku birêvebiriya Tel Avîvê ji destpêkirina mizakereyên ku dê ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn a agirbestê bên kirin, direve.
Ji hêla din va di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê da hat diyarkirin ku di mizakereyên li Qahîreyê li hev kirin ku Hemas di 22yê sibatê da 6 dîlên sax ên Îsraîlî berde.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî da hatibû ragihandin ku birêvebiriya Îsraîlê ji bo ku destûrê bide ku xaniyên konteyner û makîneyên kar bikevin Xezeyê xwestiye ku di 22yê sibatê da şûna 3 dîlan 6 dîlên Îsraîlî bên berdan.
Piştî ku Hemas di 22yê sibatê da 6 dîlên sax ên Îsraîlî berda miameleyên pevguherîna êsîran û di merhaleya ewil a peymana agirbestê biqede.