Fatih Gazioğlu
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
XEZE
Hemasê daxuyaniyek da û daxuyaniyên Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî yên li dijî Hemasê dabûn, şermezar kir.
Hemasê der barê daxuyaniyên Erebistana Siûdî de daxuyniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Me daxuyaniyên fîtnekar yên ku ji aliyê Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî hatin datîn bi xemginî şopandin. Em van daxuyaniyan şermezar dikin."
Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî di ziyarera xwe ya li Fransayê de wiha gotibû:
"Qeter bi arîkariya Hemas û Îxwanê zirar dide Filistîn û Misrê. Em dibêjin ev tiştekî ne baş e. Qeter jî ji bo hizûra Rojhilata Navîn lazim e dev ji van polîtîkayan berde."