09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
DOHA
Mihemmed Cewad Zerîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê bi Mihemmed bîn Evdirrehman Al Saniyê Wezîrê Karên Derva yê Qatarê ra civiya.
Li gor nûçeya QNAya ajansa nûçeyan a Qatarê Zerîf li Dohaya paytextê Qatarê bi Al Sanî ra civiya.
Hat destnîşankirin di hevdîtinê da mijarên pêşvabirina têkiliyên herdu dewletan, geşedanên herêmî û navneteweyî û têkiliyên Îran û Konseya Hevkariya Korfezê hatin gotûbêjkirin.