ANKARA
Li başûrê Koreya Başûr duh ferîbotek binav bûbû. Hejmara kesên ku di qezayê de mirin derket 9an.
Ajansa Nûçeyan ya Yonhabê ragihand ku li cihê qezayê xebatên lêgerînê didomin, lê ba û bager û barana gij ji lêgerînê re dibin asteng. Heta niha termê 9 kesan hatiye dîtin û 179 kes jî hatine xilaskirin. Ji bo 287 kesên winda lêgerîn didomin. Rayedaran gotin ji ber ku ava behrê pir sar e, hêviya ku kesên winda sax bimînin kêm dibe.
Di daxuyaniya Wezareta Rêveberiya Raya Giştî û Ewlehiyê de hat gotin ku ferîbota ji bajarê Incheonê diçû girava Jejûyê dema ku 20 kîlometre ji girava Byûngpoong dûr bû peyama alîkariyê ji ewlehiya peravê re şand û piştî wê bi awayekî lez binav bû.
Rayedaran diyar kir ku 476 rêwî di ferîbotê de bûn û ji vana 325 hebên wê jî xwendekarên lîseyê bûn û ji bo gerê derketibûn.
Ji bo xelaskirina rêwiyan û alîkariyê 16 helîkopter, 34 botên ewlehiya peravê û gelek jî binavger sewqî cihê bûyerê kirin.