NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Wêne û raportên ku 11 hezar kesên ku li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Esed ve bi êşkence û miameleyên dermirovî ve hatine kuştin îspat dikin û bi destê Anadolu Agencyê (AA) ji dinyayê re hatin ragihandin li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji nûnerên welatên endam re hat nîşandan.
Li Civîna nehênî ya li KENYê ya ku li ser banga Fransayê pêk hat de hin nimûneyên ji 55 hezar wêneyên ku bi navgîniya leşkerê bi navnepen "Sezar" hat temînkirin ji nûnerên endamên KENYê re hatin nîşandan.
Di civînê de zanyarên ku raporta der barê wêneyan de amade kirin der heqê pêbaweriya wêneyan de agahî dan endamên KENYê.
- "Der heqê rastiya wan de tu şika me nîne."
Piştî civînê pisporê tiba edlî Dr. Stuart J. Hamilton jî axaftinek kir û wiha got: "Ji bo van mirovan divê hin kes serê xwe biêşînin. Rastiya ku di van dîmenan de derketiye pêşiya me hem li hember me û hem jî li hember hemû mirovahiyê sûc e. Hemû hêlên ku li hember mirovayetiyê sûc dikin divê hesab bidin."
Hamilton destnîşan kir ku wan ji bo raportan nimûne wergirtine, li ser hemû berateyan lêkolîn kirine û bi girtiyan re axivîne û wiha dewam kir: "Ev tenê hêla çiyayê cemedê ye ku bi me ve dixuyê. Xwedê dizane ka bê hê çi heye."