Haydar Şahin
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
QUDIS
Efraîm Halevyê ji serokên Mossada servîsa îstixbarata Îsraîlê yên berê got îtihmala pevçûna di navbera Îsraîl û Rûsyayê da zêde bû.
Halevy daxuyanî da Kanal 10a televizyona Îsraîlê û ragêşiya di navera Îsraîl û Rûsyayê da ya van demên dawîn nirxand.
Halevy diyar kir ku îhtimala şerê bi Rûsyayê ra zêde bû û wiha pê da çû:
"Ev şera ew ê bi welatekî mezin ê ku li bakurê welatê me (Sûriye) bi cî bûye ra derkeve. Ev welat li sînorê bakurê welêt aliyekî hêzdar e. Dibe ku em bi Rûsyayê ra têkevin rewşa şer. Dibe ku hêzên Îsraîl û hêzên Rûsyayê derkevin hemberî hev û şer derkeve. Dibê em rêyekê bibînin ku bi vê hêza mezin ra şer nekin ji heqê wan derkevin, lêbelê heke şer derkeve jî dibê em di şer da bi ser bikevin."
Halevy li ser pirseke dibêje 'Rûsya çima dixwaze bi Îsraîlê çok bide vedan' got, "Rûsya ji bo ku demeke dirêj lê bimîne kete Sûriyeyê. Hêza xwe ya leşkerî û baregehên xwe li gor wê ava kir ku bi dehan salan li wê derê bimîne. Li gor min ew ê nexwaze ku Îrana hevkarê wê ya stratejîk li herêmê têk here û ev bi kêrî Rûsyayê nayê."