12 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokdewletê Gambiyayê Yahya Jammeh eşkere kir ku "Welatê min ê ku qedera wî di destê Xwedê de ye ji niha pê ve Dewleta Îslamê ye".
Jammeh Brufuta bajarê qeraxê ya Gambiyaya welatê Afrîkaya Rojava daxuyaniyek da û got ku "Qedera Gambiyayê di destê Xwedê de ye. Ji niha pê ve Gambiya Dewleteke Îslamê ye. Em ê bibin dewleteke Îslamê ya wisa ku li hember welatiyên xwe rêz digire."
Jammeh ji sala 1994an ve Serokdewletê welatê xwe ye û daxuyaniya Jammeh ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Dewleta Gambiyayê hat weşandin.
Li gor reqamên fermî serjimara Gambiyayê milyon û nîv e û ji sedî 90î vê serjimarê jî misilman e.
Di nûçeyên ku di çapemeniya herêmî de cî girt de dan zanîn Jammeh destnîşan kiriye ku îlana "dewleta îslamê" dê zirarê nede azadiyên kêmneteweyên li welêt dijîn.
Jammeh diyar kir xiristiyanên li Gambiyeyê dê îbadetên xwe yên dînî bi cî bînin, dê destûrê nedin ku "dewleta îslamê" ji bo sînorkirina cil û bergên jinên li welêt bê bikaranîn.
Li Afrîkayê Morîtanya jî "dewleta Îslamê" ye.