04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
DERA
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê yekîneyên girêdayî Eniya Başûr li Til Ehmerê fermandarê operasyonê yê rejima Esed Albay Samîr el-Hatûm kuştin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên herêmê wergirt, li Derayê yekîneyên girêdayî Eniya Başûr bi navê "mizgîniyê bide ehlê sebrê" operasyon li dar xistin û Til Ehmera li bakurê Kûneytrayê bi dest xistin û herwisa di operasyonê de fermandarê operasyonê yê rejimê Albay el-Hatûm kuştin.
Yekîneyên Eniya Başûr piştî pevçûnên tund ên bi hêzên rejimê re herêma stratejîk Til Ehmera li bakurê Kûneytrayê bi dest xistibûn.