Türkan Tosun
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
QUDIS
Selahaddîn Eyyûbiyê ku Qudis ji destê Xaçparêzan xilas kiriye yek ji fatihê bajêr e.
Quds di dîrokê da bajarekî girîng e ku ji gelek şaristaniyan ra mazuvanî kiriye û ji bo hemû dînan jî cihekî pîroz e.
Mescida Eqsayê ya ku wek qiblegeha ewil a Misilmanan tê binavkirin jî li vî bajarî ye.
Quds di 638an da cara ewil ji hêla xelîfeyê duyem ê Îslamê Hezretî Omer va hat fetihkirin û ji dagirkeriya Bîzansê hat xelaskirin.
Bajar demeke dirêj di destê Misilmanan da ma û Xiristiyanan di sala 1099an da Qudis dagir kir.
Qudis demekê benda fatihê xwe Selahaddîn Eyyûbî ma ku ji dagirkeriyê bê rizgarkirin.
Selahaddîn Eyyûbî di sala 1138an da li Tikrîta bajarê Iraqê hat dinyayê.
Eyyûbî bi apê xwe ra 3 caran derkete sefera Misrê, him li hember Fatimiyan û him jî li hember Xaçparêzan şer kir.
Piştî ku apê wî mir di sala 1169an da ew derbasî şûna wî bû û dawî dewleta Fatimiyan anî.
Selahaddîn Eyyûbî di sala 1171an da dewleta Eyyubiyan ava kir û dest bi amadehiyan kir ku Qudsê fetih bike.
- Artêşa Îslamê di 1187an da Qudis fetih kir
Artêşa Îslamê di 4ê Tîrmeha 1187an da li bakurê Îsraîla îro li nêzîkî Gola Taberiyeyê li hember Xaçparêzan şer kir û di vî şerê ku wek "Şerê Hittînê" tê zanîn da artêşa Îslamê bi ser ket, bajarên Nablûs, Aqqa û Yafayê hatin fetihkirin.
Piştî 2 meh û nîvan artêşa Selahaddîn Eyyûbî di 20ê Îlona 1187an da Qudis dorpêç kir.
Fermandarê Xaçparêzan Balîanê Îbelînî di 12ê Cotmeha 1187an da bajar teslîmî Eyyûbiyan kir û dagirkeriya 88 salan a Xaçparêzan dawî bû.
Fetha Qudsê Misilmanan kêfxweş kir, lê Xiristiyan xemgîn bûn.
- Dengê azanê carek din li bajêr hat bihîstin
Selahaddîn Eyyûbî bi destê xwe Mescida Eqsayê ya ku hatibû xirabkirin gêzî kir, bi rûnê gulan va da şûştin, sembolên Xiristiyanan jê avêt û dengê azanê careke din li bajêr hat bihîstin.
Selahaddîn Eyyûbî Mînbera ji Helebê anî di hundirê Mescida Eqsayê da bi cih kir ku ev bû yek ji sembolên fetha Qudsê.
Di sala 1969an da cihûyekî fanatîk yê bi navê Denis Michael Rohan ê ji Awustralyayê êrîşî Mescida Qibleyê ya di hundirê Mescida Eqsayê kir, şewatek derket û ev mînber jî di wê şewatê de çû.
Dîwana Qraliyetê ya Urdinê paşê ev mînber li gor eslê xwe yê berê çêkir û di sala 2007an da ew dîsa di hundirê Mescîda Eqsayê da hat bicihkirin.
Xiristiyanan di 1189an da cara sêyem hewl da ku Qudsê dagir bikin lê bi ser neketin.
Selahaddîn Eyyubî di 4ê Adara 1193an da li Şamê wefat kir, tirba wî li Şamê kêleka Mizgefta Emewiyan e.
- Selahaddîn Eyyûbî destûr da kesên ji dînên din in jî bên ziyareta bajêr
Di alema Îslamê da ew gelekî tê hezkirin, li gelek welatan navê wî dane kuçe û kolanan.
Nivîskar û pisporê siyasetê Dr. Mehdî Ebdul Hadiyê ji Filistînê ji nûçegihanê AAyê ra behsa Selahaddîn Eyyûbî kir û got Filistînî wî gelekî hez dikin.
Ebdul Hadî got Selahaddîn Eyyubî piştî fetha Qudsê yên ku bajêr dagir kirine ji Qudsê derxistine lê destûr daye ku jin û zarokên wan li wir bimînin.
Ebdul Hadî anî ziman wî li hember dêr û sînagogan rêz nîşan daye û wek Hezreti Omer wi ji destûr daye ku kesên ji dînên din in bên ziyareta bajêr.