Ulaş Güven
24 Îlon 2025•Rojanekirin: 27 Îlon 2025
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jinika Vîetnamî Thî Hoa Chau bi merasimê va bû Misilman û navê "Vîyan" hilda.
Chauya ji bo dergistiyê xwe hat Hekariyê ji bo ku bibe Misilman, serî li Miftîtiya Navçeyê da.
Li vir ji bo wê merasima îhtidayê hat lidarxistin.
Miftiyê Navçeyê Mahmut Sevuk der barê bawerî, edet û exlaqê Îslamê da agahî da Chauyê.
Chau kelîmeya şehadetê anî û bû Misilman, navê "Vîyan" li wê hat danîn.
Sevuk belgeya îhtidayê da Chau.
Sevuk got Misilmantî ne tenê guherîna nasnameyê ye, di heman demê da gavavêtina jiyaneke nû ye û ji bo wê sihet û bextewarî hêvî kir.