02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
BOGOTA
Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê diyar kir ku Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ew ê ji îro pê va dev ji çekan berde.
Santos di fuara Trîzm û Seyehatê ya li Bogotaya paytextê Kolombiyayê da axivî û got hinek kesan hê fehm nekirine ku şerê di navbera hêzên hikûmetê û FARCê da yê ku ji 50 salî zêdetir ber xwe da xilas bûye.
Santosê Serokê Dewletê yê ku xelata Nobelê sitandibû got li welatê wan şerê ku wek 'fabirqeya qurbanan' dewam dikir êdî xilas bû piştî 40 salî rojên herî bêdeng dijî û wiha axivî: "FARC ji îro pê va dest pê dike çekên destê xwe datîne."
Wek mayînde barê çekdanîna FARCê ya îro da Misyona Kolombiyayê ya Neteweyên Yekbûyî hê daxuyaniyek neda.
Berê jî li ser temamnebûna 26 qampên kombûn û çekdanînê nîqaş derketibûn.